Oğuzhan Sarı
22 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2024
Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku li bakurê Sûriyeyê, li herêmên Mertalê Feratê û Kaniya Aştiyê 6 terorîstên PKK/YPGyî hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da wiha hat gotin: "Terorîst nikarin ji aqûbeta ku li hêviya wan e birevin û wê nikaribin birevin. Li bakurê Sûriyeyê, li herêmên Mertalê Feratê û Kaniya Aştiyê 6 terorîstên PKK/YPGyî yên ku hatin tesbîtkirin, hatin berterefkirin. Li ku derê dibin bila bibin, têkoşîna me ya li dijî rêxistinên terorê heta terorîstê dawî bê berterefkirin wê dewam bike."