23 Adar 2020•Rojanekirin: 23 Adar 2020
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, li bakurê Iraqê herêma Zapê 2 terorîstên PKKya rêxistina terorê ya cihêkar hatin tesbîtkirin û bi piştgiriya operasyona esmanî va hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya wezaretê, li bakurê Iraqê ser herêma Zapê bi piştgiriya balafiran va operasyon hat kirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Bi wasiteyên kewş û çavdêriyê 2 terorîstên PKKya rêxistina terorê ya cihêkar hatin tesbîtkirin û bi operasyona ku balafiran jî piştgirî dayê va hatin berterefkirin. Operasyonên me bê navber dewam dikin."