Li bajarê Qumê yê Îranê ji ber êrîşa DYA-Îsraîlê 6 kes hatin kuştin
Istanbul
Li Îrana di bin êrîşê DYA-Îsraîlê da li bajarê Qumê 6 kes hatin kuştin.
Li gorî malpera nûçeyan a Îranî Cemaran, Cîgirê Waliyê Qumê, Murteza Heyderî derbarê bûyerê da daxuyanî da.
Heyderî got ku di encama êrîşên DYA-Îsraîlê da li navçeya Perdîsan a Qumê 3 avahiyên niştecihbûnê hatine hedefgirtin, herî kêm 6 kes hatine kuştin û hejmara birîndaran hê nehatiye diyarkirin.
Ji aliyê din va Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Krîzan li Parêzgeha Azerbeycana Rojava Hamid Safarî, di axaftina xwe da ji ajansa nûçeyan a dewleta Îranê IRNAyê ra diyar kir ku di êrîşa li dijî Urmiyê da çar avahiyên sivîlan hatine lêdan, di encamê da hinek kes mirine û hinek jî birînda bûne.
Her wiha malpera nûçeyan a Îranê "nournews"ê ragihand ku êrîşên asîmanî yên DYA-Îsraîlê îşev Tehran, Îsfehan, Kaşan, Yezd, Qum, Tebrîz û Ehwaz kirin armanc.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
