Dinya

Li bajarê Duhokê yê Iraqê 50 mal di ber ava lehiyê da man

Haydar Şahin, Rawan Subhi Obaiullah  | 21.03.2026 - Rojanekırın : 23.03.2026
Li bajarê Duhokê yê Iraqê 50 mal di ber ava lehiyê da man Rawan Subhi Obaiullah

Arbil

Li navçeya Zaxoyê ya girêdayî parêzgeha Duhokê ya Iraqê, ji ber barana gumrah lehî rabû û 50 mal ketin ber avê.

Midûriyeta Parastina Sivîlan a Zaxoyê biwarê lehiya li herêma Rizgarî ya navçeyê rabû, daxuyaniya nivîskî da.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku ji ber lehiyê hin rê hatin girtin û her wiha ji bo ku alîkariya gel bikin, li qadê ekîb hatin peywirdarkirin.

Hat destnîşankirin ku di lehiyê da avê da ser 50 malî û ziyaneke cidî çêbû.

Midûriyeta Parastina Sivîlan a Zaxoyê bal kişand ku li gorî encamên destpêkê ji ber lehiyê kesek nemir lê dîsa jî ekîb di amadebaşiyê da ne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın