Ruslan Rehimov
30 Mijdar 2021•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2021
Li Azerbeycanê firokeya eskerî ya Xizmetên Sînor ên Dewletê qeza kir û di qezayê da 14 eskerên birutbe şehîd bûn, 2 esker birîndar bûn.
Li gor daxuyaniya ku ji Xizmetên Sînor ên Dewleta Azerbeycanê hat dayîn, qeza li gor saeta herêmî di 10.40î da li herêma Hiziyê ya, li qada perwerdeya esmanî ya Karaheybetê çêbû.
Hat gotin ku Xizmetên Sînor ên Dewletê û rayedarên payebilind ên Serdozgeriyê çûn cihê bûyerê, der heqê qezayê da lêpirsîn dan destpêkirin.
Di qezayê da albayek, yarbayek, 5 serdar, 4 serpel, 2 tegmen û xebatkarekî teknîkê şehîd bûn, yarbayek û serpelek birîndar bûn.
Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyew di peyama xwe ya ku weşand da sersaxî da malbatên eskerên ku şehîd bûn.