Türkan Tosun
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 11 Nîsan 2018
BAKU
Li Azerbaycanê hilbijartina serokomariyê dest pê kir.
Serokomarê niha Îlham Aliyev jî di nav de 8 kes ji bo serokomariyê namzed in.
Gelê Azerbaycanê ji bo serokomarê ku wê 7 salan Azerbaycanê bi rê va bibe hilbijêre çû li ser sindoqan.
Dengdayînê di saet 08.00an de dest pê kir.
Li welêt û dervayî welêt 5 hezar û 641 sindoq hatin danîn.
5 milyon 309 hezar hilbijêrin ku qeyda wan heye wê bikaribin dengê xwe bidin.
Welatiyên ku li dervayî welêt dijîn wê li balyozxaneyên Azerbaycanê dengê xwe bidin.
59 welat, ji 60 rêxistinên navneteweyî 890 çavdêrên biyanî, 58 hezar û 175 çavdêrên hêrêmî hilbijartinan dişopînin.
Ji 21 welatan 118 rojnamevanên biyanî jî hilbijartinan dişopînin.
Dengdayîn wê bi saeta herêmî di saet 19.00an de biqede.