Li Awistralyayê li plaja li bajarê Sydneyê êrîşa çekdar hat kirin û 12 kes hatin kuştin
Ankara
Li Awistralyayê li plaja li bajarê Sydneyê yê eyaleta New South Walesê (NSW) êrîşa çekdar hat kirin û di encamê da 12 kes hatin kuştin, 2 jê polês 29 kes birîndar bûn.
Di daxuyaniya ewlehiya NSWyê ya li ser platforma medyaya civakî ya Xa navend Amerîka da hat ragihandin ku li Plaja Bondiyê êrîşa çekdar hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin, berşikekî ku di çarçoveya lêpirsînê da hat binçavkirin, birîndar e û her wisa şêniyên deverê hatin hişyarkirin ku ji cihê bûyerê bi dûr kevin.
Serokwezîrê Awistralyayê Anthony Albanese di daxuyaniya xwe ya li ser platforma medyaya civakî Xê da diyar kir ku rewşa li Plaja Bondiyê mirovan "şok û xemgîn" dike û xebatên ekîbên polês û rewşa bilez berdewam in.
Albanese bangî şêniyên herêmê kir ku pabendî dîrektîfên ewlehiyê bibin.
Serokwezîrê NSWyê Chris Minns jî civîna çapemeniyê li dar xist û diyar kir ku li Sydneyê di êrîşa çekdar da ya bi dema herêmî di saet 18.47an da pêk hat, 12 kes hatin kuştin û her wiha ji êrîşkaran jî yek hat kuştin.
Minns bal kişand ku êrîş wekî dijî civaka Cihûyên Sydneyê hatiye plankirin.
Komîserê NSWyê Mal Lanyon jî di daxuyaniya xwe da destnîşan kir, di êrîşê da ya ku ew wekî "êrîşa terorê" li ser radiwestin, 2 jê polês 29 kes birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
