Dinya

Li Awistralyayê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 51ê

Li Awistralyayê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin derket 51ê, jimara kesên ku vîrus kişiyayê derket 6 hezar û 52yan.

İbrahim Atmaca  | 09.04.2020 - Rojanekırın : 10.04.2020
Li Awistralyayê jimara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 51ê

Queensland

Wezareta Tenduristiyê ya Eyaleta Awistralyaya Başûr diyar kir ku li Awistralyaya Başûr jimara kesên ku ji ber şewba Kovîd-19ê mirin derket 3yan, jimara kesên ku li tevahiya welêt mirin jî derket 51ê.

Ji aliyê din va li tevahiya Awistralyayê testa 323 hezarî zêdetir merivan hat kirin û hatin tesbîtkirin ku vîrus kişiyayê 6 hezar û 52 kesî. Her wiha hat gotin ku jê 2 hezar û 813 kes qenc bûne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın