Önder Beyter
31 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2017
MELBOURNE
Hat ragihandin ku li bajarê Sydneyê yê Awistralyayê balafireke behrê ya ku 6 kes tê da hene, ket xwarê.
Li gorî daxuyaniya polêsê Sydneyê, balafira behrê ku tevî pîlot tê da 6 kes hene, ji ber sedemeke hê ne destnîşankirî li nêzîkî bajarokê Cowan ket Tengava Qudsê.
Hat ragihandin ku 6 kesên di balafirê da wenda ne û xebatên lêgerînê dewam dikin.