Dinya

Li Arjantînê ji ber ku perwerdeya rûbirû hat betalkirin xwepêşandan çêbûn

Muhammed Emin Canik  | 18.04.2021 - Rojanekırın : 18.04.2021
Li Arjantînê ji ber ku perwerdeya rûbirû hat betalkirin xwepêşandan çêbûn

Buenos Aires

Li Arjantînê ji ber ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li welêt zêde belav bû, hikûmetê perwerdeya rûbirû betal kir. Bi sedan kes derketin kolanan vê yekê protesto kirin.

Xwepêşandêrên li ser banga alîgirên mixalefetê li Obelîscoya taxa paytext Buenos Aîresê kom bûn dijî hikûmeta Serokê Dewleta Arjantînê Alberto Fernandez û tevdîrên Kovîd-19ê xwepêşandan kirin.

Xwepêşandêrên di destên wan da pankartên li ser "Ji perwerdeya rûbirû ra erê" û "dibistanan vekin" nivîsandî hene li dijî hikûmetê dirûşme berz kir.

Ji bilî van xwepêşandanên li Buenos Aîresê, li ber Koşka Olîvosê ya serokatiya dewletê jî xwepêşandan çêbûn.

Serokê Dewleta Arjantînê Alberto Fernandez ji ber ku şewba Kovîd-19ê welêt zêde belav bû di 15ê nîsanê da hin tevdîrên nû eşkere kiribû.

Di 17ê sibatê da dibistan vebûbûn, lê ji ber ku şewb zêde belav bû perwerdeya rûbirû dîsa hat rawestandin. Ji bilî vê derketina derva jî di navbera saet 20.00-06.00an da hat qedexekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.