Dinya

Li Amerîkayê wê 1,3 milyon dolarî bidin kesê belasebeb di girtîgehê da maye

Li Michîgana eyaleta Amerîkayê wê 1,3 milyon dolar tezmînatê bidin kesekî ku belasebeb 26 sal di girtîgehê da ma

Nihat Kavşut  | 16.08.2019 - Rojanekırın : 19.08.2019
Li Amerîkayê wê 1,3 milyon dolarî bidin kesê belasebeb di girtîgehê da maye

Ankara

Li Michîgana eyaleta Amerîkayê wê 1,3 milyon dolar (7,2 milyon lire) tezmînatê bidin kesekî ku belasebeb 26 sal di girtîgehê da ma.

Dana Nessela dozger di daxuyaniya xwe da destnîşan kir hat fehmkirin ku Davîd Gavîttê 61 salî bi hinceta di sala 1985an da bi qestî şewat derxistiye û jina wî û du keçên wî mirine û di navbera salên 1986-2012an da ketiye girtîgehê belasebeb di girtîgehê da maye.

Nesselê diyar kir di encama lêkolînên nû da bawerî bi wan delîlan nemaye ku Gavîtt bi qestî şewat derxistiye û got ku Gavîtt belasebeb 26 sal di girtîgehê da maye û wê 1,3 milyon dolar tezmînatê bidin wî.

Li eyaleta Michîganê kesên ku belasebab di girtîgehê da bimînin ji bo her salê 50 hezarn dolar tezmînatê hildidin.

Jin û du keçikên Gavîtt sala 1985an ji ber şewata ku di mala wan ya Lonîayê da derketibû miribûn. Gavîttê birîndar bibû bi hefteyan hatibû dermankirin û gotibû ku ew û jina wî cixarekêş in û derketina şewatê qeza ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın