Li Amerîkayê waqieya ewil a varyanta Omîcronê hat tesbîtkirin
Washington DC
Hat diyarkirin ku li Amerîkayê waqieya ewil a Omîcrona cureya vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin û rewşa pêketî baş e.
Dr. Anthony Fauciyê Dîrektorê Enstîtuya Nexweşiyên Belav Dibin û Lûrê ya Amerîkayê û Şwirmendê Tenduristiyê yê Joe Bîdenê Serokê Amerîkayê di civîna çapemeniyê da got Navenda Pêşîlêbirîn û Kontrola Nexweşiyan a Amerîkayê û Yekeya Tenduristiyê ya Calîfornîa û San Franciscoyê diyar kirin ku li Calîfornîayê kesek bi varyanta Omîcronê ketiye.
Faucî diyar kir ku pêketî di 22yê mijdarê da çûye Afrîkaya Başûr û di 29ê mijdarê da jî "pozîtîf" derketiye û wiha axivî: "Pêketî niha di karantînayê da ye bi kesên têkildar ra jî peywendî hat danîn. Pêketî aşiyên xwe bûye û niha rewşa wî baş e."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.