Önder Beyter
30 Nîsan 2020•Rojanekirin: 01 Gulan 2020
Li Amerîkayê cara ewil hejmara kesên ku serî li meaşê bêkariyê dan bi bandora cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) va di hefteya ku 25ê nîsanê bi dawî bû da ji texmînan derbas bû û bû 3 milyon û 839an. Herwiha ev hejmar di 6 hefteyên dawîn da bi tevahî gihîşt 30 milyon û 307 hezarî.
Wezareta Xebatê ya Amerîkayê, daneyên hefteyane yên serîlêdana meaşê bêkariyê eşkere kirin.
Li gorî vê, li welêt hejmara kesên ku cara ewil serî li meaşê bêkariyê dan, di hefteya ku 25ê nîsanê bi dawî bû da li gorî hefteya çûyî 603 hezar kêm bû û bû 3 milyon û 839 hezarî.
Daneyên hefteya çûyî yên serîlêdanên meaşê bêkariyê jî ji 4 milyon û 427 hezarî bo 4 milyon û 442 hezarî hat revîzekirin.
Bi vî awayî li Amerîkayê cara ewil hejmara kesên ku serî li meaşê bêkariyê dan bi bandora Kovîd-19ê ya li ser piyaseya hêza şixulê va di 6 hefteyên dawîn da gihîşt 30 milyon û 307 hezarî.