Dinya

Li Amerîkayê Pireya Francis Scott Key a li eyaleta Marylandê ji ber qelibîna keştiyê rûxiya

Ayşe Doğru  | 26.03.2024 - Rojanekırın : 26.03.2024
Li Amerîkayê Pireya Francis Scott Key a li eyaleta Marylandê ji ber qelibîna keştiyê rûxiya

Ankara

 Li eyaleta Marylandê ya li rojhilatê Amerîkayê, Pireya Francis Scott Key a ya li bajarê Baltimoreê ji ber qelibîna keştiyeke mezin rûxiya.

Li gorî dîmenên di Xê da hatin parvekirin, bi dema herêmê di saet derdora 01.30î da keştiyeme mezin a kargoyê li koloneke pireyê qelibî. Piştî qelibînê di keştiyê da şewat derket.

Di encama qelibîna keştiyê da beşeke pireyê rûxiya û di heman kêliyê da gelek wesayîtên li ser pireyê jî ketin avê.

Di daxuyaniya Midûriyeta Veguhestina Marylandê da hat ragihandin, hemû rêyên digihîjin Pireya Francis Scott Keyê ji herdu hêlan va hatin girtin.

Peywirdaran diyar kir, xebatên ekîbên lêgerîn û xilaskirinê yên ji bo herî kêm 7 kesên tê texmînkirin ketin avê, didomin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın