Ahmet Aydın
21 Tebax 2018•Rojanekirin: 25 Tebax 2018
WASHINGTON
Navenda Diyanetê ya Amerîkayê (DCA) ku yek ji mizgeftê herî mezin ên li Amerîkayê di jêr banê xwe de digire, dema nimêja eydê de bi hezaran misilman civandin.

DCA li Eyaleta Marylandê ku bi qasî nîv seatê dûrî Washingtona paytext e, îsal jî dema nimêja eydê gelek kesên ku ji eyaletên curbicur hatin ezimand.

Wezîrê Eyaleta Marylandê John C. Wobensmith, beriya nimêjê gotareke kurt a silavdanê pêşkêşî cemeetê kir.

Balyozê Tirkiyeyê yê li Washingtonê Serdar Kiliç û hejmarek gelek rayedarên Tirk beşdarê nimêja li DCAyê bûn.
Piştî nimêjê gelek ji beşdaran li hewşa navendê bi hevre taştê xwarin.