İbrahim Atmaca
20 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Hat ragihandin ku li tevahiya dinyayê 40 milyon û 300 hezar "koleyên modern" hene û li gor texmînê ji 400 hezarê wan zêdetir li Amerîkayê ne.
Rapora Endeksa Koletiyê ya Kureyî ya Weqfa Azad Bimeşe (Walk Free Foundation) dide nîşan ku "koletiya zemanê modern" li welatên pêşketî zêdetir e.
Li gor raporê koletiya modern wiha tê pênasekirin; "qaçaxcîtidya merivan, xebitandina bizorê, hêsîrtiya deyn, zewicandina bizorê, îstismara cinsî, firotina zarokan û îstismara wan û koletî bixwe."
Di raporê da hat gotin ku li welatên pêşketî hejmara koleyên modern ji texmînan pir zêdetir e û li gor texmînê li Amerîkayê 403 hezar koleyên modern hene.
Li gor raporê li Amerîkayê ji 800 kesî kesek wek koleyê modern dijî.
Li Birîtanyayê jî 136 hezar koleyên modern hene, li gor texmînan li Awustralya û Fransayê û li welatên din ên Ewropayê jî hejmara koleyên modern zêde dibin.
Li gor raporê, li Koreya Bakur "ji 10 kesan kesekî bi zorê didin xebatê" û li vî welatî 2 milyon û 600 hezar koleyên modern hene. Dûr vî welatî ra Erître, Burundî, Komara Afrîkaya Navîn û Efxanistan tê. Li Hindistanê jî di sala 2016an da 18 milyon û 400 hezar koleyên modern hebûne, lê ev hejmar ketiye 8 milyonî.