Dinya

Li Amerîkayê ji ber zêde bikaranîna tiryakê hejmara miriyan di nav salekê da ji 100 hezarî derbas bû

Esin Eşkinat Sayılgan  | 18.11.2021 - Rojanekırın : 19.11.2021
Li Amerîkayê ji ber zêde bikaranîna tiryakê hejmara miriyan di nav salekê da ji 100 hezarî derbas bû

New York

 Li Amerîkayê ji ber zêde bikaranîna tiryakê di nav salekê da hejmara miriyan ji 100 hezarî derbas bû.

Navenda Îstatîstikên Tenduristiyê ya Neteweyî daxuyanî da û ragihand ku di heyama salekê ya meha nîsanê qediya da ji 100 hezarî zêdetir kes ji ber zêde bikaranînê (doza zêde) ji 100 hezarî zêdetir kes mirin.

Hat gotin ku heman jimar sala par 78 hezar bû û îsal rêje ji sedî 30 zêde bûye.

Li gorî rêjeyên dawîn seranserê welêt mirinên ji ber tiryakê piştî nexweşiya şekerê ku di rêza 7an da bû tê û di rêza 8an da cî girt.

Li welêt hejmara kesên ji ber qezayên trafîkê, êrîşên çekdarî, zekem û zatûreyê dimirin li gorî zêde bikaranîna tiryakê, kêmtirin.

Di 20 salên dawîn da li welêt hejmara mirinên ji ber zêde bikaranîna tiryakê zêde her diçe zêde dibe û di du salên dawîn da ev rêje zêdetir balê dikişîne.

Pispor dibêjin ku piraniya sedema van mirinan bikaranîna tiryaka bi navê fentanîlê ye û ji ber Kovîd-19ê kesên hînbûyî ji tedawî û piştevaniya gel dûr man.

Li welêt fentanîl sedema sereke ya mirinên zêde bikaranîna tiryakê ye û tevlî wê metamfetamîn û kokaîn jî tên bikaranîn û dema bi fentanîlê ra lihevdixin ev zêdetir dibe sedema mirinê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın