Li Amerîkayê şewba Kovîd-19ê wesiyetnameyên ji ser înternetê zêde kirin

New York
Hat destnîşankirin ku li Amerîkayê, ji ber ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) hejmara mirî û weqayan roj bi roj zêde dibe, wesiyetnameyên ku ji ser înternetê tên amadekirin zehf belav bûne.
Li gorî Gentreo ku li welêt yek ji malperên sereke yên wesîyetnameyê ye, rêjeya kesên ku ji ser înternetê wesiyetnameyê amade dikin ji sedî 143 zêde bû. Her wiha li gorî Trust & Will ku di heman qadê da fealiyetê dimeşîne jî rêje ji sedî 50 zêde bû.
Li gorî nûçeya CNBCyê, parêzer Mary Kate D’Sousa ku hevbeşê damezirînerê Gentreoyê ye, diyar kir ku Kovîd-19 çiqas belav bibe, însan jî dê ewqasî hêsan û bilez wesiyetnameyan bidin amadekirin.
D’Souseê wiha got, "Pandemiyê rengekî tirsnak wergirt, ji bo parastina malbat û hezkiriyên xwe, wesiyetname ketin nava lîsteya pêwîstiyan a însanan."
Serokê sazkar ê Trust & Willsê Cody Barbo jî diyar kir ku di du hefteyên dawîn da hejmara bikarhêneran pir zêde bûye û wiha dewam kir, "Nexasim malbatên ku zarokên wan ên piçûk hene û kesên ji 50 salî mezintir, heger bi şewbê bikevin, ji tenduristiya xwe ditirsin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.