Li Amerîkayê jimara kesên ji Kovîd-19ê mirin ji 258 hezarî derbas bû
Jimara mirin 1986 zêde bû û derket 258 hezar û 431î

New York
Li Amerîkayê jimara kesên ku ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin di 24 saetên dawîn da 1986 zêde bû û derket 258 hezar û 431î.
Li gor malpera Worldometersa ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike li Amerîkayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 195 hezar û 904 zêde bû û derket 12 milyon û 78 hezar û 831î.
Jimara kesên ji ber vîrusê mirin 1986 zêde bû û derket 258 hezar û 431î, jimara kesên ji Kovîd-19ê xilas bûn û baş bûn ji 7 milyon û 246 hezarî, jimara testan bi tevahî ji 175 milyonî derbas bû.