Dinya

Li Almanyayê dayika ku PKKyê qîza wê revandiye wê dijî dewleta Alman dozê veke

Maîde T.ya ku li Berlînê ji bo qîza xwe Nîlufer T.yê çalakiyê dike got di revandina qîza wê da berpirsyariya Almanyayê jî heye û ewê li hemberî dewleta Alman dozê veke

13.08.2020 - Rojanekırın : 14.08.2020
Li Almanyayê dayika ku PKKyê qîza wê revandiye wê dijî dewleta Alman dozê veke

Berlin

 Maîde T.yê li Berlînê tîşorteke li serê wêneyê Nîlufer T.ya qîza wê heye li xwe kiriye û di destê wê da pankarteke li serê "PKK vîrusek e" nivîsandî va li ber Deriyê Brandenburgê (Brandenburger Tor) ya dîrokî çalakiyek kir.

Maîde T.yê li vir daxuyanî da rojnamevanan û wiha got: "Emê li hemberî dewlata Alman a ji bo ku ewladên me paşva bîne tu tiştekî nake dozê vekin. Emê vê dozê bi wan malbatên din ên ku rewşa wan jî wek min e bi hev ra komî vekin. Beriya dozvekirinê em bangî malbatên din ên wek me ne dikin ku bila tevî têkoşîna me bibin."

Maîde T.ya ku di têkoşîna dijî PKKya rêxistina terorê da li Ewropayê bûye sembol got 6 malbatên din jî wê bi wê ra li dijî Almanyayê heman dozê vekin.

- Bûyer

Maîde T. ji 12ê Mijdara 2019an vir va ji qîza xwe ya ku ji bo here dibistanê ji malê derketibû xeberekê hilnade. Dayika xemgîn berê jî li pêşiya komaleya "Navende Kurdistaniyên li Berlînê" ya wekî nêzî PKKya rêxistina terorê tê zanîn, li ber Deriyê Brandenburgê yê li navenda bajêr û li ber Meclisa Federal jî çalakî kiribû ku qîza wê ji destê rêxistina terorê bê xilaskirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın