Dinya

Li Almanyayê alîgirên YPG/HSDya rêxistina terorê êrîşî polês û kargehan kirin

Mesut Zeyrek  | 22.01.2026 - Rojanekırın : 22.01.2026
Li Almanyayê alîgirên YPG/HSDya rêxistina terorê êrîşî polês û kargehan kirin

Nordrhein-Westfalen

 Li Almanyayê alîgirên YPG/HSDya rêxistina terorê, li gelek bajarên ku xwepêşandan lê li dar xistin êrîşî polês û kargehan kirin, zirar dan malê giştî.

Polêsên Stuttgartê ragihand ku xwepêşandêran di mîtîngeke li bajêr da ya ku nêzîkî 2 hezar kesî beşdarî kir, bi fîşekên hewayî êrîşî wesayît û polêsan kirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hin xwepêşandêran rûyên xwe nixumandî bûn û di dema meşê da tevgerên êrîşkar nîşan dan, hewl dan ku kordonên polêsan bişkînin, polês neçar kirin ku xaza firmêskrêj bi kar bînin.

Hat ragihandin ku 75 ji xwepêşandêran li cihê bûyerê tesbîta nasnameyê wan hat kirin ku ji sûcên weke têkbirina aramiya giştî, êrîşkirina polêsan, hebûna teqemeniyan û binpêkirina qanûnên civînê da qeyda wan a sûcê heye.

Di daxuyaniyê da tekezî hat kirin ku polêsan di dema operasyonê da wêne û vîdyo kişandine, ku niha têne analîz kirin û lêpirsîn bi baldarî tê meşandin da ku kesên berpirsiyar werin darizandin.

Berdevkê Polîsê Stuttgartê Timo Brenner di daxuyaniyeke çapemeniyê da got, "Êrîşa li ser polês û kesên ku li pey hev diçin bi hinceta xwepêşandanekê ne li gorî mafê demokratîk ê civînê ye. Mixabin îro memûrên me rastî tundûtûjiyeke giran hatin û neçar man ku bi zorê midaxeleyê bikin. Bi tevahî şans bû ku ti polês birîndar nebûn."

- Êrîşên dijî xwaringeh û polêsan

Li Dortmundê alîgirên YPG/HSDya rêxistina terorê, êrîşî polêsan û her wiha xwaringeheke ku xwediyê wê ji Sûriyeyê ye kirin.

Di daxuyaniyeke polêsan da hat gotin ku di xwepêşandanekê da ku nêzîkî 4 hezarî kes beşdar bûn, xwepêşandêran alozî derxist û bi hatina yekîneyên polês ên zêdetir rewş hate kontrolkirin.

Li gorî rojnameya Bild, beşdarên xwepêşandanê li nêzî stasyona trênê ya navendî ya Dortmundê êrîşî xwaringeheke ku xwediyê wê ji Sûriyeyê ye kirin.

Xwediyê kargehê got ku êrîşkaran mase û kursî avêtin, cam û pencere şikandin, qase şêlandin û pereyên têda birin.

Polêsan duh êvarê bi dema herêmî, saet derdora 20.00ê rewş kontrol kir. Xwepêşandêran êrîşî polêsan jî kir.

Xwepêşandêrên bêserûber bi fîşekên hewayî û şivên hesinî êrîşî polêsan kirin û di pevçûnên piştî wê da çend polês birîndar bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.