Li Almanyayê hejmara kesên ku ji ber Alzheîmerê mirin di 20 salan da qasî du qat zêde bû

Berlin
Hat ragihandin li Almanyayê hejmara kesên ku ji ber Alzheîmerê mirin di nav 20 salan da qasî du qat zêde bû.
Ofîsa Îstatîstîkê ya Federal ya Almanyayê (Destatîs) ji ber "21ê Îlonê Roja Alzheîmerê ya Dinyayê" daneyên kesên ji ber nexweşiya Alzheîmerê mirine eşkere kir.
Li gorî vê yekê, par nêzî 10 hezar û 100 kes ji ber nexweşiya Alzheîmerê mirin.
Di sala 2003yan da 5 hezar û 100 kes ji ber nexweşiya ku tedawiya wê ne mumkin e mirin. Li gor vê rewşê, kesên ku ji ber Alzheîmerê mirin di nav 20 salan da qasî du qat zêde bû.
Di sala 2003yan da 11 hezar û 800 kesî ji ber nexweşiya Alzheîmerê tedawî dît, di sala 2022yan da ev hejmar bû 19 hezar.
Hat diyarkirin ku di sala 2022yan da temenê hema hema nîvê nexweşan di navbera 75 û 85 salî da ye û ji sedî 28ê wan jî 85 salî û ji wê mezintir bûn.
Hat tesbîtkirin ku ji sedî 58ê nexweşan jin û ji sedî 42 jî mêr in.
Li welêt temenê kesên 85 salî û jortir ji sedî 110 zêde bû, par ji 1,4 milyonî derket 2,9 milyonî.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.