Dinya

Li Almanyayê dayika ku keça wê ji hêla PKKyê hat revandin, çalakiya xwe didomîne

16.09.2020 - Rojanekırın : 17.09.2020
Li Almanyayê dayika ku keça wê ji hêla PKKyê hat revandin, çalakiya xwe didomîne

Berlin

 Li Almanyayê Maide Tya dayika Nilufer Tya ku ji hêla rêxistina terorê PKKyê hat revandin, li paytext Berlînê çalakiya xwe didomîne.

Maide T. û koma pê ra berî civîna Lijneya Wezîran a bi serokatiya Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê, li ber avahiya Serokwezîriyê çalakî kir.

Dayik Maide Tyê li vê derê di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku hin xwediyên hin kargehên ku ji hêla rêxistina terorê PKKyê hatin mexdûrkirin jî pê ra ketin têkiliyê û wiha dewam kir, "Ew wek şexis nikarin werin vê derê, lêbelê dê beşdarî doza komî ku em ê vekin bin. PKK ew kirine dafikê. Mal û dikanên wan ji destê wan hatine derxistin. PKK tenê can hilnade, mal jî hildide, mixabin."

Maide Tyê diyar kir ku ew bi wesîleyên cuda bi dayikên ku li Diyarbekirê di nobedê da ne jî peywendiyê datîne û wiha got, "Em bi dayikên Diyarbekirê ra derdên xwe parve dikin. Lewra em di heman keştiyê da ne. Em ji hev ra qala pirsgirêkên xwe dikin. Em derdê xwe ji hev ra dibêjin û bi hev ra digirîn."

Maide Tyê û yên pê ra pankarta ku li ser "PKK vîrusek e. Alîkariya min bikin ku keça xwe xilas bikim." dinivîse vekir. Maide Tyê her wiha wêneya keça xwe bilind kir.

Di çalakiyê da her wisa wêneyê Mustafa Byê ji hêla rêxistina terorê hatiye revandin û diya wî Ayşegul B. li Diyarbekirê di nobedê da ye jî hat vekirin.

Maide T. ji 12ê Mijdara 2019an vir va ji keça xwe ku ji malê derket û got, "Ez diçim dibistanê", xeberê nastîne. Dayika dilşewat ku 3 meh e çalakiyên xwe didomîne, berî niha li ber komeleya nêzîkî PKKyê ya bi navê Navenda Kurdistaniyên li Berlînê, li Deriyê Brandenburgê ku li navenda bajêr e û li ber Meclisa Federal çalakî kiribû û xwestibû ku keça wê ji destê rêxistina terorê were xilaskirin.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın