Dinya

Li Agiriyê teqemeniya ku li ser rê hatibû çalkirin teqiya: eskerek şehîd bû

Li Agiriyê teqemeniya destçêkirî ya ku endamên rêxistina terorê ya cudakar li ser rê çal kiribûn, teqiya. Di teqînê da eskerek şehîd bû, eskerek birîndar bû.

20.05.2018 - Rojanekırın : 21.05.2018
Li Agiriyê teqemeniya ku li ser rê hatibû çalkirin teqiya: eskerek şehîd bû

Ankara

ANKARA

Li Agiriyê teqemeniya destçêkirî ya ku endamên rêxistina terorê ya cudakar li ser rê çal kiribûn, teqiya. Di teqînê da eskerek şehîd bû, eskerek birîndar bû.

Li gor daxuyaniya ku ji Sererkaniyê hat dayîn, li Dogubayazitê teqemeniya destçêkirî ya ku endamên rêxistina terorê ya cudakar li ser rê çal kiribûn, dema derbasbûna wesayîta eskerî teqiya.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di teqînê da eskerek şehîd bû, eskerek birîndar bû û wiha hat gotin, "Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ku di vê êrîşa em gelekî xemgîn kir de mir bike, serê malbata wî ya dilsoj, Artêşa Tirkiyeyê û gelê Tirk sax be û Xwedê sebrê bide, em ji bo eskerê xwe yê qehreman ê ku birîndar bû şifaya xêrê dixwazin. Heta ku terorîstek hebe, bi hemû rêxistinên terorê ra têkoşîn wê bi biryardarî dewam bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.