Dinya, Koronavîrus

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji milyonek û 420 hezarî derbas bû

Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd 19) ketin ji milyonek û 420 hezarî derbas bû.

Türkan Tosun  | 22.09.2020 - Rojanekırın : 22.09.2020
Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji milyonek û 420 hezarî derbas bû

Abuja

 Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd 19) ketin ji milyonek û 420 hezarî derbas bû.

Li gor "Worldometer"a malpera daneyên Kovîd-19ê berhev dike li parzemînê di 24 saetên dawîn da 6 hezar û 668 kesên din jî bi vîrusê ketin û hejmara pêketiyan derkete milyonek û 420 hezar û 323yan.

Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 135 zêde bû û derkete 34 hezar û 133yan.

Heta niha herî zêde li Afrîkaya Başûr meriv ji ber vîrusê mirin, li Afrîkaya Başûr 15 hezar û 992 kes, li Misrê 5 hezar û 787 kes, li Fasê jî 1855 kes mirin.

Li Morîtyusê nexweşên bi vîrusê ketine tunin, li Seyşel û Ertîreyê jî hetanî nika kes ji ber vîrusê nemir.

Li Afrîkaya Başûr 661 hezar û 936 kes, li Fasê 103 hezar û 119 kes, li Misirê jî 102 hezar û 141 kes bi vîrusê ketin.

Li Afrîkayê milyonek û 166 hezar û 475 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.



Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın