Önder Beyter
20 Tebax 2020•Rojanekirin: 20 Tebax 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 151 hezar û 300î.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 10 hezar û 525 zêde bû û derket milyonek û 151 hezar û 300î.
Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 323 zêde bû û derket 26 hezar û 680yan.
Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 12 hezar û 423 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 197 mirinan va Misir û bi 1402 mirinan va jî Cezayîr tên.
Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan bû 596 hezar û 60, li Misrê bû 96 hezar û 914 û li Nîjeryayê jî bû 50 hezar û 488.
Li Afrîkayê 873 hezar û 958 pêketiyên şewbê jî baş bûn.