Önder Beyter
17 Tebax 2020•Rojanekirin: 17 Tebax 2020
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku bi cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ketin derket milyonek û 123 hezar û 142yan.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên der heqê Kovîd-19ê da berhev dike, li ser asta parzemînê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 9 hezar û 999 zêde bû û derket milyonek û 123 hezar û 142yan.
Hejmara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 295 zêde bû û derket 25 hezar û 678an.
Heta niha ji ber Kovîd-19ê herî zêde kes li Afrîkaya Başûr mirin û hejmara wê jî 11 hezar û 839 e. Li pey vî welatî bi 5 hezar û 160 mirinan va Misir û bi 1370 mirinan va jî Cezayîr tên.
Li Afrîkaya Başûr hejmara pêketiyan bû 587 hezar û 345, li Misrê bû 96 hezar û 475 û li Nîjeryayê jî bû 49 hezar û 68.
Li Afrîkayê 838 hezar û 452 pêketiyên şewbê jî baş bûn.