Li Afrîkayê di hefteya dawîn da hejmara pêketiyên Kovîd-19 ji sedî 30 zêde bû
Istanbul
Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (RTD) daxuyand li Afrîkayê di hefteya dawîn da hejmara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji sedî 30 zêde bû.
Dîrektorê Herêma Afrîkayê ya RTDyê Dr. Matshîdîso Moet di civîna çapemeniyê ya heftane da daxuyand hejmara kesên ji ber vîrusê mirin ji sedî 15 zêde bû.
Moetî anî ziman di hefteyeke dawîn da hejmara pêketiyan jî ji sedî 30 zêde bû.
Moetî got ev rêje dişibin pêla ewil a Tebaxa 2020î û çileya paşîn a 2021ê.
Moetî got li 22 welatan rêjeya pêketiyan ji sedî 20 zêde bûye, parzemîn di nav pêla Kovîd-19yê ya sêyemîn da ye.
Der barê rêjeya aşîkirinê da jî Moetî daxuyan li parzemînê 12 milyon kes hatine aşîkirin ku ev jî dibe ji sedî 1ê nifûsê.
Li gor daneyên malpera înternetê ya "Worldometers"ê li parzemînê hejmara kesên ji ber vîrusê mirin ji 136 hezarî derbas bû. Hejmra pêketiyan jî ji 5 milyon û150 hezarî derbas bû û 4 milyon û 584 hezar kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.