Dinya, Koronavîrus

Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 2 milyon û 187 hezarî derbas bû

Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 2 milyon û 187 hezarî derbas bû.

Önder Beyter  | 01.12.2020 - Rojanekırın : 02.12.2020
Li Afrîkayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 2 milyon û 187 hezarî derbas bû

Abuja

 Li parzemîna Afrîkayê jimara pêketiyên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji 2 milyon û 187 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê jimara pêketiyên Kovîd-19ê di rojekê da 10 hezar û 397 zêde bû derket 2 milyon û 187 hezar û 333yan.

Jimara kesên ku ji ber şewbê mirin jî 263 zêde bû û derket 52 hezar û 83an.

Ji ber Kovîd-19ê heta niha herî zêde mirin li Komara Afrîkaya Başûr çêbû. Li Komara Afrîkaya Başûr 21 hezar û 535 kes mirin.

Li Misrê 6 hezar û 650 kes mirin, li Fasê 5 hezar û 846 kes mirin.

Li Seyşelê û Erîtreyê heta niha tu kes nemiriye.

Li Komara Afrîkaya Başûr jimara pêketiyan derket 790 hezar û 4an, dû vî welatî bi 356 hezar û 336 pêketiyan va Fas, bi 115 hezar û 911 pêketiyan va Misir tê.

Li Afrîkayê milyonek û 853 hezar û 296 pêketiyên Kovîd-19ê jî qenc bûn.




Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın