Li Afrîkayê hejmara kesên Kovîd-19ê ketin û baş bûn ji milyonek û 173 hezarî derbas bû

Abuja
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên ku di wan da vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin û paşê baş bûn milyonek û 173 hezarî derbas bû.
Li gor malpera "Worldometer"ê ku daneyên rojane yên mirî û pêketiyên Kovîd-19ê yên li welêt û herêman berhev dike, li tevahiya parzemînê hejmara kesên ku di 24 saetên dawîn da bi vîrusê ketin 7 hezar û 365 zêde bû û derket milyonek û 427 hezar û 620î.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 244 zêde bû û derkete 34 hezar û 378an.
Li Afrîkayê milyonek û 166 hezar û 173 hezar û 809 kesên bi vîrusê ketibûn jî pak bûn.
Heta niha herî zêde li Afrîkaya Başûr meriv ji ber vîrusê mirin, li Afrîkaya Başûr 16 hezar û 118 kes, li Misrê 5 hezar û 806 kes, li Cezayîrê jî 1889 kes mirin.
Li Afrîkaya Başûr 663 hezar û 282 kes, li Fasê 105 hezar û 346 kes, li Misirê jî 102 hezar û 254 kes bi vîrusê ketin.
Li Morîtyusê nexweşên bi vîrusê ketine tunin, li Seyşel û Ertîreyê jî hetanî nika kes ji ber vîrusê nemir.