Li Afrîkayê hejmara kesên bi Kovîd-19ê ketin ji 970 hezarî derbas bû
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin, derket 972 hezar û 61î.

Abuja
Li parzemîna Afrîkayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin, derket 972 hezar û 61î.
Li gor malpera "Worldmeter"ê ya ku daneyên Kovîd-19ê berhev dike di 24 saetên dawîn da li parzemîna Afrîkayê 10 hezar û 673 kesên bi vîrusê ketine hatin tesbîtkirin û hejmara pêketiyan derket 972 hezar û 61î.
Hejmara kesên ji ber vîrusê mirin jî 311 zêde bû û derkete 20 hezar û 661î.
Li parzemînê ji ber vîrusê herî zêde meriv li Afrîkaya Başûr mirin. Li Afrîkaya Başûr 8 hezar û 539 kes, li Misrê 4 hezar û 888 kes, li Cezayîrê jî 1329 kes mirin.
Li Morityusê Kovîd-19 nema, li Seyşelö û Erîtreyê hetanî niha tu kes ji ber vîrusê nemirıye.
Li Afrîkaya Başûr 516 hezar û 485 kes, li Misrê 94 hezar û 640, li Nîjeryayê 44 hezar û 129 kes bi vîrusê ketin.
Li Afrîkayê 632 hezar û 853 kesên vîrusê ketibûn jê filitîn û baş bûn.