Dinya

Li Îranê di 12 salên dawîn da 7 peywirdarên payebilind bi sûîqesdê hatin kuştin

Ahmet Dursun  | 25.05.2022 - Rojanekırın : 26.05.2022
Li Îranê di 12 salên dawîn da 7 peywirdarên payebilind bi sûîqesdê hatin kuştin

Ankara

 Îranê di sûîqesd û sabotajên ku di sala 2010an da dest pê kirin da 7 peywirdarên xwe yên payebilind ji dest dan.

Piştî ku Albay Seyyad Xudayî yê mensûbê Artêşa Pasdarên Şoreşa Îranê li Tehranê li ser Kolana Mucahîdînê Îslamê hat kuştin, sûîqesdên ku van salên dawîn li dijî peywirdarên Îranî tên kirin, anîn rojevê.

Albay Xudayî ku tê diyarkirin, li Sûriyeyê di bin sîwana Hêza Qudsê ya Pasdaran peywir bi cih anî, di 22yê sibatê da gava li ber mala xwe ya li Tehranê di hundirê wesayîta xwe da bû, di encama guleyên du çekdarên li ser motosîkletê yên ku li serî û destên wî ketin, hat kuştin.

- Îran, Îsraîlê tawanbar dike

Piştî kuştina zanyarê nukleerê Muhsîn Fexrîzade ya di mijdara 2020î da, ev li Îranê bû sûîqesda herî pilebilind. Awayê sûîqesdê jî dişibe rêzesûqesdên ku 12 sal berê li Îranê dest pê kirin.

Serokomar Îbrahîm Reîsî û Fermandarê Giştî yê Pasdaran Tumgeneral Huseyîn Selamî di serî da peywirdarên payebilind ên Îranî eşkere kirin ku Îsraîl di paş sûîqesdê da ye û tol dê were hildan. Peywirdarekî payebilind ê Îranî yê ji Al Jazeerayê ra axivî jî wiha got, "Piştî sûîqesdê hevsengiyên şer ên li herêmê dê biguherin."

Reîsî duh berî ziyareta xwe ya Omanê daxuyanî da û der heqê êrîşê da Îsraîl û Amerîka qesd kir û wiha got, "Di vê cinayetê da destê îstikbara kurewî dixuyê. Tu şik û gumana min tuneye ku tola vî şehîdê mezin dê were sitandin."

Çapemeniya Îsraîlê jî ragihand ku piştî sûîqesdê rêveberiya Tel Avîvê ji ber îhtimala bersiva Îranê, hemû balyozxane û nûnertiyên xwe yên li tevahiya cîhanê kirin rewşa elermê.

- Rêzesûîqesdan di 2010an da dest pê kir

Li Îranê ji 2010an pê va sûîqesd û sabotajên dijî peywirdarên payebilind û zanyarên welêt dest pê kirin.

Fîzîknasên serkêşên bernameya nukleerê ya welêt û her wiha serkêşên bernameya fuzeya balîstîk a ku Îsraîl û hin welatên Rojava aciz dike, bûn hedefa sûîqesdan. Ev sûîqesd û sabotaj bi qasî 12 sal in didomin.

Rêzesûîqesdên dijî zanyarên Îranî yên di warê nukleerê da xebatan dimeşînin, di 2010an da bi kuştina profesorê fîzîkê yê Zanîngeha Tehranê Mesûd Elîmihemedî dest pê kirin.

Elîmihemedî di qada fizîka kuantûmê da xwedî xebatên hêja bû lê di 12ê rêbendanê da bombe kirin motorsiklêta wî ya li ber derê malê û di teqînê da wî jî can da û xanima wî jî birîndar bû. Îranê ji ber êrîşê Îsraîl û Amerîkayê sûcdar kir lê Washîngtonê ev sûcdarî qebûl nekir.

Di berfanbara 2010an da Mecîd Cemalî Feşî ji ber vê êrîşê hat binçavkirin û wî got ku li ser navê Îsraîlê wî ev êrîş kir û ji alî Mossadê va hat perwerdekirin û di encama êrîşê da jî Mossadê wek xelat 120 hezar dolar daye wî.

Feşî di encama darizandinê da cezayê dardekirinê xwar û di sala 2012an da li Girtîgeha Evînê ya li Tehranê hat dardekirin.

Di 29ê berfanbara 2010an da jî du profesorên hîndekarên Zanîngeha Şehîd Beheştî ku di qada nukleerê da dixebitîn wek hedef hatin hilbijartin. Profesor Mecîd Şehriyarê di qada fîzîka kuantumê da ku di bin banê Saziya Vejena Atomê ya Îranê da bû dixebitî jî hat kuştin. Di wesayîta wî da bombe hatibû bicîkirin û ji dûr va hat teqandin.

Di heman rojê da profesor Ferîdun Ebasiyê hîndekarê Zanîngeha Şehîd Beheştî jî rastî êrîşeke bi heman şêweyî hat lê ew giran birîndar xilas bû.

Di 23ê tîrmeha 2010an da jî fizîknasê nukleerê Daryuş Rizaînejad piştî sebiyê xwe ji kreşê hilda rastî êrîşê hat û bi ser da gule barandin û wî can da. Di êrîşê da xanima wî û sebiyê wî jî birîndar bûn.

Serokê Meclisa Îranê yê wê heyamê Elî Larîcanî ji ber êrîşê Amerîka û Îsraîlê sûcdar kir lê berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê ya wê demê Vîctoria Nulandê got ku eleqeya wan bi êrîşê tuneye.

- Mirina fermandarê berpirsê bernameya moşeka balîstikê

Tuxgeneral Hesen Tehranî Muqeddemê ku mîmarê teknolojiya moşeka Îranê tê hesibandin jî di 12ê mijdara 2011an da li baregeheke moşekê ya nêzî Tehranê da di teqîneke mezin a qewimî da can da.

Di teqînê da Muqeddem û 17 eskeran can da û piraniya baregeha moşekê jî serobin bû.

Artêşa Parêzgerên Şoreşê ragihandin ku teqîn ji ber qezayê çêbûye lê di çapemeniya Îsraîl û Rojavayê da hat gotin ku Muqeddem hatiye berterefkirin.

Rojnameya "Yediot Ahronot"ê ya Îsraîlê di 14ê mijdara 2011ê da îdia kiribû ku Mossad di nav Rêxistina Mucahîdên Gel ku li Îranê wekî rêxistina terorê tê qebûlkirin da bi cih bû û êrîşa navborî kir.

Fîzîknasê nukleerê Mistefa Ehmedê Rûşen li Natanzê di navenda dewlemendkirina uranyumê da wezîfedar e. Di 11ê rêbendana 2012an da li rojhilatê Tehranê nêzî Zanîngeha Ellame Tabatabaî bombeya ku di wesayîta wî da hatibû bicihkirin, hat teqandin û Rûşen hat kuştin.

Riza Kaşkayiyê şofêrê Rûşen jî li cem bû û ew jî hat kuştin. Hat gotin ku Ehmedê Rûşen di heman demê da di nav kesên ku bernameya moşekan a Îranê bi rê va dibe da jî cih digirt. Piştî kuştina wî navê tesîsa nukleerê ya li Natanzê danîn Navenda Nukleerê ya Şehîd Ehmedê Rûşen.

Kovara Timeyê ku li Amerîkayê heftane dertê, di 13ê rêbendana 2012an da nûçeyek çêkir û spart rayedarên îstixbaratê yên Rojavayî. Li gor nûçeyê di kuştina fîzîknasên nukleerê yên Îranî da tiliya Îsraîlê heye, Ehmedê Rûşen jî bû qurbaniyê van rêzesûîqestan.

- Sûîqesta dijî Fexrîzadeyê mîmarê bernameya nukleerê ya Îranê

Piştî ku Fermandarê Hêza Qudsê Tumgeneral Qasim Suleymanî di 3yê rêbendana 2020î da li Bexdayê di êrîşa Amerîkayê da hat kuştin, bûyera herî mezin a ku Îran pê êşiya kuştina zanyar Muhsîn Fexrîzadeyê ku wekî mîmarê bernameya nukleerê yê welêt dihat zanîn, bû.

Fexrîzade di 27ê mijdara 2020î da li Abserda navçeya Tehranê rastî sûîqestê hatibû. Fexrîzade di heman demê da wekî Serokê Saziya Lêkolîn û Înovasyonê ya Wezareta Parastinê bû û yek ji berpirsên bernameya moşekên balîstîk bû. Serokwezîrê Îsraîlê yê berê Binyamîn Netanyahu di 2018an da wexta ku li ser bernameya nukleerê ya Îranê pêşkêşî kiribû, Fexrîzade nîşan dabû û gotibû ku "Vî navî jibîr nekin." Sûîqesta Fexrîzade ev gotin bi bîr xistin.

Piştî êrîşê Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf daxuyanî dabû û ragihandibû, nîşaneyên cidî didin xuyan ku Îsraîlê ev êrîşa terorê daye kirin.

Îsraîla ku ji ber vê êrîşê hat sûcdarkirin jî tu daxuyaniyeke fermî ya ku sûîqestê qebûl bike neda, lê li gor medyaya Rojavayê Mossadê êrîş kir.

Ji serokên berê yên Mossadê Yossi Cohen jî di hezîrana 2021ê da daxuyanî da têlevîzyona Îsraîlê û rasterast berpirsiyariya sûîqesta Fexrîzade hilneda, lê got ku "di binê çavdêriya" Mossadê da bû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın