TEL AVÎV
Bi sedan cihûyên ku ji eslê xwe Etiyopyayê ne, li Tel Avîva paytextê Îsraîlê tundiya polêsan û tevgerên dewletê ên nijadperest protesto kirin.
Cihûyên ku ji eslê xwe Etiyopyayê ne li ber birca Azreîeliyê kom bûn û ji ber ku di protestoyên wan ên berê de daxwazên wan nehatine qebûlkirin cardin meşiyan.
Çalakvanan kolana Begînê ji çûyîn û hatinê re girtin. Demek berê ji ber ku polêsan leşkerekî ku ji eslê xwe Etiyopyayê ye xistibûn û der barê wan de hê jêpirsîn nehatiye destpêkirin çalakvanan bertek nîşan dan.
Polêsan bangî çalakvanan kir ku ew belav bibin û 8 çalakvan hatin binçavkirin.
Demek berê ji ber ku polêsan leşkerekî ku ji eslê xwe Etiyopyayê ye xistibûn bi hezaran cihûyên ji eslê xwe Etiyopyayê ne çalakiyên protestoyê li dar xistibûn. Di protestoyan de jê 23 polês bi giştî 46 kes birîndar bibûn û 26 çalakvan jî hatibûn binçavkirin.
Li Qudsê jî di protestoyan de jê 2 polês bi giştî 12 çalakvan birîndan bibûn.
- Cihûyên ji Etiyopyayê
Bi deh hezaran cihûyên ku ji eslê xwe Etiyopyayê ne û li Îsraîlê dijîn, jê gelek di salên 1984 û 1994an de operasyonên bi navê Mûsa û Silêman ve anîbûn Îsraîlê. Koka wan digihêje eşîra Danê û ew wek "Beta Îsraîl" jî tên zanîn.
Hejmara wan qasî 135 hezarî ye û ew ji tevgerên dewletê ya cudaker, nijadperest û feqîrmayînê aciz in. Ji wan gelek feqîr in û perwerdeya wan jî heta lîseyê ye.