BERLÎN - Fagr Eladlya rojnameger a ku piştî civîna çapemeniyê ya hevpar a Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê bi Ebdulfettah es-Sîsiyê Serokomarê Misrê yê ku bi derbeyê hat ser wezîfeyê re kir, Sîsî protesto kir wiha got: "Armanca min bi vê çalakiyê ew bû ku ez nîşanî gelê Misrê bidim ku ez li bal wan im, piştgiriyê didim wan. Lewra li Misrê ne hiqûq ne jî azadî heye."
Rojnameger Eladlya ku li Almanyayê piştî civîna hevpar Sîsî protesto kir ji nûçegihanê AAyê re axivî.
Eladlyê got ku ew li Maînza bajarê Almanayayê beşa tibê dixwîne û di heman demê de di radyoyekê de asîstan e. Eladlyê got ku wê xwestiye bi rêya vê çalakiyê bibe dengê gelê Misrê ku li wan niheqî tê kirin.
Eladly wiha axivî: "Ev 60 sal in ku Misir bi sîstema dîktatoriyê tê birêvebirin. Min ev protesto li dar xist; lewra em êdî hiqûq û azadiyê dixwazin."
Sedema çalakiya ku min li dar xist
Rojnameger Eladlyê got ku wê xwest ew bibe dengê gelê Misrê û wiha dewam kir: "Armanca min bi vê çalakiya ew bû ku ez nîşanî gelê Misrê bidim ku ez li bal wan im, piştgiriyê didim wan. Lewra li Misrê ne hiqûq ne jî azadî heye."
Eladlyê Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê jî rexne kir û wiha xeberda:
"Divê Merkel li hemberî hemûyan li gor qanûnên Almanyayê tevbigere. Lêbelê Merkel tu caran wina tevnagere. Tiştên ku Sîsî li Misrê kir, exlaqî nînin û nayên qebûlkirin. Lewra ew serokekî demokratîk nîne. Wî hemû qanûn binpê kirin û demokrasiya Misrê qetil kir."
Qala protestoyê kir
Rojnameger Eladlyê qala protestoya ku li dar xist kir û wiha got: "Ez çûm beşdarî civîna çapemeniyê bûm û min xwest ku ez ji Merkelê pirsekê bipirsim. 'Min got ez ji devereke dûr ji bo ji we pirsekê bikim hatim.' Merkelê ji min re got li vir pergalek heye û pirs li gor vê pergalê tên pirsîn. Min hewl da ku ez mîkrofonê hildim û pirsa xwe bipirsim lê destûr nedan min. Çar pirs hatin kirin û piştî van çar pirsan gotin êdî kes nikare pirsan bipirse. Li ser vê min li rûyê Sîsî nêrî û got 'ew kujerek e, ew kujerek e, ew kujerek e.' Piştre yekî ji para ve bi milên min girt, bawer im ew polêsek bû. Ji ber ku li pişt min bû, min ew nedît. Ez qêriyam û min ji Merkelê re got bi darê zorê bi milên min girtine. Lewra polês û leşkerên Misrê jî midaxeleyî min kirin. Piştre min tiştek nedît."
Fagr Eladlya rojnameger beşdarî civîna çapemeniyê ya hevpar a Serokwezîra Almanyayê Angela Merkelê bi Ebdulfettah es-Sîsiyê Serokomarê Misrê re kir, bibû. Eladlyê li vir xwestibû ku pirsekê bipirse; lê destûr nedabûn wê. Wê jî li rûyê Sîsî gotibû ew kujerek e û piştre mudaxeleyê wê kiribûn. Paswanan piştî vê bûyerê Eladlyê ji hêwanê derxistibû û Merkel û Sîsî jî bi lezûbez ji cihê bûyerê çûbûn.