Li Îsraîlê hejmara beşdarên greva giştî û protestoyên dijî hikûmetê ji milyonekê derbas bû

Israel
Hat ragihandin, li Îsraîlê hejmara beşdarên greva giştî û protestoyan ji milyonekê derbas bû ku dixwazin şûna plana hikûmetê ya dagirkirina Xeta Xezeyê, peymana pevguhertina dîlan bê îmzekirin.
Di daxuyaniya platforma banî da ya ku ji malbatên dîlên Îsraîlî pêk tê, hat destnîşankirin ku li tevahiya welêt zêdeyî milyonek kesî beşdariya meş, xwepêşandan û çalakiyan kirin.
Di daxuyaniyê da her wisa hat diyarkirin ku bidawîbûna fealiyetên li "Meydana Dîlan" a li Tel Avîvê nayê wateya bidawîbûna tevgerê û heya ku dîlên di destê Hemasê da serbest neyên berdan, protesto û çalakî dê bên domandin.
Duh sibê ji ber greva giştî tesîsên heyatî, şîrketên mezin hatibûn girtin û bi sedan saziyên taybet, şaredarî û dezgeh beşdarî grevê bûbûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.