Li Îspanyayê şewata ku li Mizgeft-Katedrala Qurtubayê derket hat vemirandin

Madrid
Şewata ku li Mizgeft-Katedrala Qurtubayê ya dîrokî ku dikeve herêma Endulusê ya li başûrê Îspanyayê, derket hat vemirandin.
Berdevkê Beşa Katedralê, Mizgeft-Katedrala Qurtubayê Juan Jose Jimenez derbarê şewatê da daxuyanî da çapemeniya Îspanyayê.
Jimenez anî ziman ku şewata ku bi dema herêmî saet 21.15an (bi dema Tirkiyeyê 22.15) derket hat vemirandin.
Jimenez destnîşan kir ku şewat li rojhilatê Mizgeft-Katedrala Qurtubayê, li beşa ku şapelên ji sedsalên 16 û 17an mane da, li cihê bi navê "Almanzor" ku kelûpelên paqijiyê û kursî lêbûn derket.
Jimenez diyar kir ku hê sedema derketina şewatê nayê zanîn û anî ziman ku wextê ku agir nû xuya kir, di çarçoveya parastina Mizgeft-Katedralê da, 3 ekîbên îtfaiyeyê midaxele kirine û di demeke kurt da 2 îtfaiyeyê din jî hatine.
Ji aliyê din va rayedarên rêveberiya xwecihî ya Qurtubayê destnîşan kirin ku di encama hişyarîdayina yên derdorê îtfaiye hatiye û midaxeleyî şewata nava mizgeft-katedralê kiriye.
Hate daxuyandin ku sedema şewatê hîn nehatiye diyarkirin, 5 wesayîtên agirkujiyê û vîncek beşdarî hewldanên vemirandinê bûne.
Televîzyona dewleta Îspanyayê RTVEyê ragihand ku hîpoteza destpêkê ya derbarê sedema şewatê da şorta elektrîkê bû ku bi şarjkirina makîneyên paqijkirinê va girêdayî ye.
Ev sêyemîn şewat e ku ji dema avakirinê va li Mizgeft-Katedral a Qurtubayê derdikeve.
Agir cara yekem di 29ê Gulana 1910an de li cihê dîrokî yê îbadetê, ku tê da xetên elektrîkê hebûn û herî dawî di 5ê Tîrmeha 2001an da, ji ber germahiya zêde, li beşa arşîvê derket.
- Mizgeft-Katedrala Qurtubayê
Mizgefta Mezin a Qurtubayê, avahiya herî navdar û mezin a mîmariya dînî ya Endulusê, di sala 786an da di dema serweriya Ebdurehmanê Yekemîn da dest bi çêkirina wê hatibû kirin.
Di nava mizgefta ku bi demê ra bi gelek lêzêdekirin û guhertin lê hatiye kirin da, zêdetirî 100 stûnên mermerî hene.
Piştî ku bajar di sala 1236an de ket destê Keyaniya Kastîlyayê, ew veguherîbû katedralê.
Bi demê ra avahî hate hilweşandin û li ser cihê wê dêr hate avakirin. Paşê beşeke mezin ji minareyê hate hilweşandin û naqosa dêrê hat çêkirin.
Ev berhema giring, a ku bi Mizgeft-Katedrala Qurtubayê hat binavkirin, ji sala 1984an va di Lîsteya Mîrateya Çandî ya Cîhanê ya UNESCOyê da cih digire.
Mizgeft-Katedrala Qurtubayê bi statuya xwe ya abîdeyê va wekî qadake geştiyariyê jî tê bikaranîn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.