Li Îspanyayê jimara kesên ku di bobelata lehiyê da mirin derket 140î
Madrid
Di serî da herêma Valensiyayê ya li rojhilatê Îspanyayê jimara kesên ku di lehiyên li herêmên rojhilat û başûr ê welêt xist da mirin derket 140î.
Li gor nûçeya EFEya ajansa nûçeyan a fermî ya Îspanyayê sipart çavkaniyên hikûmetê di bobelata lehiyê da piraniya wan li Valensiyayê jimara kuştiyan derket 140î.

Di nûçeyê da hat destnîşankirin ku hê jî gelek winda hene û ditirsin ku jimara miriyan zêde bibe.
Wezareta Parastinê jî eşkere kir ku li herêma bobelatê di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da 1064 esker peywir dikin, gelek kes winda ne.

