Li Îspanyayê du trenên bilez ji rayê derketin û 21 kes mirin
Madrid
Li başûrê Îspanyayê, nêzî bajarê Kurtubaya li herêma Endulusê du trenên bilez ji rayê derketin û 21 kes mirin.
Li gor nûçeyên medyaya herêmî, li beldeya Adamuzê ya li ser Kurtubayê, treneke bilez a ku ji Malagayê diçû Madrîdê sê vagonên wê ji rayê derketin, di wê kêliyê da ji xeta aliyê hember va jî trenek ber bi Huelvayê va diçû û ji ber vagonên ku ji rayê derket mecbûr ma ku manevra bike û hin vagonên wê jî welgeriyan.
Li gor nûçeya ku EFEya ajansa nûçeyan a fermî ya Îspanyayê spart rayedarên ku lêpirsînê dimeşînin, di trena ewil da 317, di trena duyem da 100 rêwî hebûn.
EFEyê daxuyand ku di qezayê da 21 kes mirin, gelek kes birîndar bûn.
Hat gotin ku ji Kurtubayê ra pênc unîteyên nexweşên giran ên mobîl, wesayîteke piştgiriya lojîstîk û çar unîteyên rewşa krîtîk hatin şandin.
Li gor nûçeyê li Adamuzê nexweşxaneyeke sehrayê hat avakirin, ji yekîneya alîkariya acil a eskerî 37 esker hatin şandin, kar û barê neqilkirina rêwiyên ku li derva man, dewam dikin û welatiyên derdorê betanî, xwarin da wan.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
