11 Adar 2017•Rojanekirin: 11 Adar 2017
ERDEBÎL
Li Erdebîla bajarê Îranê di malekê da teqîn çêbû, li gor agahiyên ewil di teqînê da 7 kes mirin û 3 kes birîndar bûn.
Rektorê Zanîngeha Xizmetên Tenduristî û Tipê ya Erdebîlê Qudret Îxwan Ekberî daxuyanî da ÎRNAya ajansa fermî a Îranê û diyar kir ku li bajêr di malekê da teqîn çêbû û di teqînê da 7 kes mirin û 3 kes birîndar ketin.
Ekberî destnîşan kir ku rewşa birîndaran giran e.
Mîzana Ajansa Xeberan a girêdayî hêza darazê jî got 8 kes birîndar bûne, 2 kesên windabûyî jî di binê xaniyê tepbûyî da mane û ekîb ji bo xilaskirinê dixebitin.
Ditirsin hejmara miriyan zêde be.