22 Hezîran 2016•Rojanekirin: 23 Hezîran 2016
TEHRAN
Hat ragihandin ku li Îranê otobêseke rêwiyan ket çêm. Di qezayê de 19 kes mirin û 35 jî birîndar bûn.
Li gor nûçeya televîzyona fermî ya Îranê IRINNê otobêseke rêwiyan ya ku ji Kermanê diçû eyaleta Farsê li bajarê Neyruzê li taxa Layruzê kete çêm. Di qezayê de 19 kes mirin û 35 jî birîndar bûn.
Birîndar rakirin nexweşxaneyê û hat gotin ji ber ku otobêsê serî ji şofêr stendiye û wesayîtê qeza kiriye.