Li Îranê mirinên ji ber Kovîd-19ê derketin 12 hezar û 829an
Li jimara pêketiyan 2 hezar û 186 zêde bû û derket 252 hezar û 720î

Tahran
Li Îranê hejmara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, derket 12 hezar û 829an.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê eşkere kir ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 194 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û jimara miriyan derket 12 hezar û 829an.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara giştî ya pêketiyan 2 hezar û 186 zêde bûn û derket 252 hezar û 720î.
Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 3 hezar û 359an giran e û heta niha 219 hezar û 993 kes jî piştî tedawiyê çûn malên xwe.
Eyaletên, Xûzistan, Xoresana Rezewî, Azerbeycana Rojava û Mazenderan weke "herêmên sor" hatin kifşkirin; eyaletên Tehran, Fars, Gulistan, Elburz, Kohgiluye-Bûyer Ehmed, Bûşehr, Hurmuzgan, Azerbeycana Rojhilatê, Kîrman, jî herêmên birîsk in.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.