Li Îranê hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin ji 30 hezarî derbas bû
Li Welêt di 24 saetên dawîn da 253 kes mirin û 4 hezar û 103 kes jî bi vîrusê ketin

Tahran
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) mirin ji 30 hezarî derbas bû.
Sîma Sedat Lariya berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku ji ber Kovîd-19ê di 24 saetên dawîn da 253 kes mirin û 4 hezar û 103 kes jî bi vîrusê ketin.
Lariyê got ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 30 hezar û 123yan, ya pêketiyan jî derket 526 hezar û 490î.
Lariya Berdevk diyar kir ku rewşa 4 hezar û 721 pêketiyan giran e, hetanî nika 423 hezar û 921 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welêt hetanî nika 4 milyon û 482 hezar û 263 test kirin.
Berdevka Wezareta Tenduristiyê destnîşan kir ku li welêt ji 31 eyaletan 30 hebên wan di nav herêmên "xeternak" û "sor" da ne.
Ji ber zêdebûna hejmara pêketiyan li Tehrana paytext û eyaletên Qûm, Qezwîn û Elburzê dîsa dest bi sînordarkirinan kirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.