Abdullah Tel
28 Tebax 2017•Rojanekirin: 28 Tebax 2017
TAHRAN
Li kersaxa Şerebiyana navçeya Azerbaycana Rojhilata eyaleta Îranê erdheja lerza wê 4,9 bû pêk hat.
Navenda Sîsmolojiyê Enstîtuya Jeofîzîkê ya Zanîngeha Tehranê daxuyanî da û diyar kir ku li gor seata herê mî di 03.44an (Bi saeta Tirkiyeyê 05.14) da 6 kîlometre di bin erdê de erdhej çêbû.
Midûrê Giştî yê Rêveberiya Rewşa Acîl a Azerbaycana Rojhilatê Xelîl Saîî daxuyanî da ÎRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê û got ku ji ber erdhejê herî kêm 8 kes birîndar bûn.
Navçeya Şerebiyanê ji rojhilatê başûr va bi qasî 100 kîlometreyî dûrî bajarê Tebrîzê ye.