Li Îranê di ser atolyeyên dron û teqemeniyê yên "sîxurên Mossadê" da hat girtin

Istanbul
Hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarên Îsfehan û Kerecê di ser atolyeyên hat tesbîtkirin ku ji bo sîxurên Îsraîlê dronan çêdikin, girtin.
Li gor nûçeya televîzyona dewletê li bajarê Kerece girêdayî eyaleta Elburzê ya nêzî Tehranê di ser atolyekeke ku lê ji hêla sîxurên Îsraîlê va dron û madeyên teqemenî dihat çêkirin, hat girtin.
Di serdagirtinê da sîxurekî Mossadê hat girtin. Dîmênên jêpirsîna kesê hat girtin di televîzyona dewletê da hat weşandin. Kesê navborî qise kir ku li ser navê Mossada ku 10 sal berê pê ra peywendî danîne madeyên teqemeniyê çêdike.
Di dîmenên televîzyona dewletê hat weşandin da xuya dile ku gelek madeyên teqemenî û ekîpman hatine bidestxistin.
Ji hêla din va hêzên ewlehiyê li eyaleta Îsfehanê jî atolyeyeke ku dron û teqemeniyan çêdike tesbît kir.
Hat diyarkirin ku li atolyeya li navçeya Qele Şûrê parçeyên dronan, ekîpman û melzemeyên ji bo çêkirina madeyên teqemeniyê hatin bidestxistin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.