Li Îranê di 24 saetên dawîn da 93 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Tahran
Li Îranê hejmara kesên ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 93 zêde bû û derket 60 hezar û 73yan.
Sîma Sedat Lariya Berdevka Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku di 24 saetên dawîn da 93 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û 8 hezar û 10 pêketiyên Kovîd-19ê yên teze hatin tesbîtkirin, ji wan 494 kes razandin nexweşxaneyan.
Lariyê diyar kir ku bi vî awayî hejmara miriyan derket 60 hezar û 73yan, hejmara pêketiyan jî derket milyonek û 631 hezar û 169 kesî.
Lariya berdevk got ku rewşa 3 hezar û 731 pêketiyan giran e, heta niha milyonek û 393 hezar û 125 pêketî jî piştî dermankirinê pak bûn û gihîştin siheta xwe.
Berdevkê destnîşan kir ku li welatê serjimara wê 83 milyon e hetanî niha 10 milyon û 853 hezar û 8 test hatin kirin.
Lariya Berdevk diyar kir ku li welêt 11 bajar wekî herêma sor, 32 bajar wekî herêma tûtik, 251 bajar wekî herêma zer, 154 bajar wekî herêma hêşîn hatin eşkerekirin.