Dinya, Koronavîrus

Li Îranê di 24 saetên dawîn da 431 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Abdullah Tel  | 21.11.2020 - Rojanekırın : 22.11.2020
Li Îranê di 24 saetên dawîn da 431 kes ji ber Kovîd-19ê mirin

Tahran

Li Îranê jimara kesên ku di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin 431 zêde bû û derket 44 hezar û 328an.

Berdevka Wezareta Tenduristiyê Sîma Sadat Lariyê daxuyanî da û diyar kir, di 24 saetên dawîn da li tevahiya welêt 431 kesên din ji ber Kovîd-19ê mirin û 12 hezar û 931 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin.

Lariyê diyar kir ku bi vî awayî jimara giştî ya miriyên ji ber Kovîd-19ê derket 44 hezar û 328an, jimara pêketiyan jî derket 841 hezar û 308an.

Berdevk Lariyê destnîşan kir ku ji nexweşên Kovîd-19ê rewşa 5 hezar û 778an giran e û heta niha 596 hezar û 136 kes jî qenc bûne.

Lariyê diyar kir li Îranê heta niha 5 milyon û 747 hezar û 325 test hatine kirin û daxuyand ku temamiya 31 eyaletên welêt di nav herêmên "sor" û "birîsk" da cih digrin.

Berdevkê Lijneya Têkoşîna Neteweyî ya Koronavîrusê Elî Riza Reîsî diyar kiribû ku ji 150î zêdetir bajar û navçeyên ku paytext Tehran jî di nav da ye, ji 21ê mijdarê pê va dezgehên ku ne mecbûrî ne, wê qasî 15 rojan werin girtin. Ji hêla din va seranserê 15 rojan saet ji 21.00î heta 04.00an wê li çar aliyê Îranê çûn û hatina wesayîtan qedexe be.

Li herêmên sor kesên rêgezên qedexeyê binpê bikin milyonek tumen (300 TL) û kesên li herêmên porteqalî jî rêgezên qedexeyê binpê bikin jî wê 500 hezar tumen (150 TL) ceza bidin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.