Haydar Şahin
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 08 Îlon 2017
WASHINGTON
Donald Trump Jr.yê lawê mezin ê Serokê DYAyê Donald Trump derkete pêşiya Komîteya Edaletê ya Senatoyê û di çarçoveya îdiayên ku dibêjin Rûsyayê midaxeleyî hilbijartina Serokatiya DYAyê ya 2016an kiriye da îfade da.
Trump Jr. di rûniştina ku 5 saetan dewam kir da diyar kir ku par ji bo ku li ser qerekter, kesaniyet û rewşa tenduristiya Hîllary Clîntonê biaxive bi parêzerekê ûris ra hatiye ba hev, ji bo ku zirarê bide kampanyaya hilbijartinê ya Clîntonê bi Rûsyayê ra hevkarî nekiriye.
Trump Jr. qala hevdîtina ku di hezîrana 2016an da li Trump Towerê kiribû kir, ji bo peyama elektronîk ya ku ji Rob Goldstoneyê civîn amade kiribû ra şandibû û tê da gotibû "Min ji vê hez kir." jî got ew "kubarî" bû.
Lawê mezin ê serok "Ew bi tenê ji bo ku ez jesta Rob bi semîmiyet teqdîr bikim hat nivîsandin."
Wek mayîn Donald Trump Jr. got ku der barê vê hevdîtinê da agahî nedaye bavê xwe.
Trump Jr. piştî rûniştinê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku hemû pirsên endamên komîteyê bersivand û got, "Hêviya min ew e ku ev mulaqata têrê bike."