Dinya

Lavrov: "Hevdîtinên Libyayê yên li Moskovayê ji bo Konferansa Berlînê amadehî ye"

Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov got hevdîtinên Libyayê yên li Moskovayê tên kirin ji bo Konferansa Berlînê ya ku wê di 19ê çileya paşîn da li Berlîna paytextê Almanyayê bê kirin, amadehî ye.

Türkan Tosun  | 15.01.2020 - Rojanekırın : 16.01.2020
Lavrov: "Hevdîtinên Libyayê yên li Moskovayê ji bo Konferansa Berlînê amadehî ye"

Delhi

 Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov got hevdîtinên Libyayê yên li Moskovayê tên kirin ji bo Konferansa Berlînê ya ku wê di 19ê çileya paşîn da li Berlîna paytextê Almanyayê bê kirin, amadehî ye.

Lavrov li Delhiya Nû ya paytextê Hindistanê beşdarî konferansa "Diyaloga Raîsînayê" bû û der barê qeyrana li Libyayê da axivî.

Wezîr Lavrov got hevdîtinên der barê Libyayê da roja duşemê li Moskovayê dest pê kir û wiha axivî: "Me tu carê negot ev hevdîtin wê hemû pirsgirêkan çareser bikin û wê dawî bibin. Hevdîtinên Libyayê yên li Moskovayê ji bo Konferansa Berlînê amadehî ye."

Lavrov destnîşan kir hemû aliyên li Libyayê divê ji bo Konferansa Berlînê bên vexwendin.

Lavrov got General Xelîfe Hefter ji bo îmzekirina peymana agirbestê dem xwestiye û bi bîr xist heman rewş di hevdîtinên li Parîs, Palermo û Abu Dabiyê da jî çêbûye.

- Hevdîtinên qeyrana Libyayê yên li Moskovayê

Heyetên Tirkiye û Rûsyayê roja duşemê li Moskovayê bi aliyên Libyayê ra hevdîtin kiribûn.

Heyeta Tirk bi Serokê Konseya Serokatiya Hikûmeta Mutebeqata Neteweyî (HMN) Fayîz es-Serrac û Serokê Konseya Bilind a Dewletê ya Libyayê Xalid el-Mîşrî ra metnê peymanê amade kiribû.

Heyeta Ûris jî hewl dabû General Hefter û Aqîle Salihê Serokê Meclisa Nûnerên navenda wê Tobruk e qanî bike ku ew peymanê îmze bikin. Lê Hefter peyman îmze nekiribû û serê sibê ji Moskovayê veqetiyabû.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê duh daxuyandibû Hefter ji bo îmzekirina peymana agirbestê erênî difikire, lê ji bo îstişareyên herêmî wî 2 roj dem xwestiye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.