Dinya

Kul û keserên penaberên li Mîdîlliyê bi dawî nabin

Mînaya Efxanistanî ya 17 salî:"Bi kampa Moriayê va bîranînên me yên xweş û tehl jî çûn"

Önder Beyter  | 24.09.2020 - Rojanekırın : 25.09.2020
Kul û keserên penaberên li Mîdîlliyê bi dawî nabin

Lesvos

 Kul û keserên penaberên ku ji ber şerê navxweyî yê li welatê xwe revîn û bi hêviya jiyaneke çêtir hatin û derketin Girava Mîdîlliyê ya Yewnanistanê bi dawî nabin.

Li kampa penaberan Moria ya ku li Girava Mîdîlliyê ye û kampa penaberan a herî mezin a welêt e, qedera du hefte berê li ciyên cuda şewat derket û di encamê da penaber dîsa man bêstar. Penaberên ku li kampeke nû hatin bicihkirin, diyar dikin ku li vê derê şertên jiyaneke mirovane nahewîne.

Li Mîdîlliya ku van axiriyan hejmara pêketiyên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) jî bilez zêde dibe. Li kampa ku penaber bi komên zêde qelebalix dijîn, tê destnîşankirin ku şertên asxarî yên hîjyenê çawa ku li kampa Moriayê tunebûn, li vê derê jî tunene.

Penaber diyar dikin ku li kampa nû, bi qasî ku têra wan bike, tuwalet û serşok tunene.

- "Bi kampa Moriayê va bîranînên me yên xweş û tehl jî çûn"

Mînaya Efxanistanî ya 17 salî ku diyar kir, berî şewatê ew ligel malbata xwe li kampa Moriayê dijiya, wiha axivî, Bi kampa Moriayê va bîranînên me yên xweş û tehl jî çûn."

Mînayê bal kişand ku di şewatê da hemû kel û melên wan jî şewitîn û bûn xwelî û wiha dewam kir, "Şeveke zehf xirab bû. Em gelekî tirsiyan. Em bi qasî hefteyekê li ser kuçeyê razan. Kampa nû jî zehf xirab e. Bi qasî ku têra me bike, tuwalet û serşok tunene. Zehf zehfmet e ku meriv li vê derê bijî. Derfet tuneye em serê xwe jî bişûn."

Mihemedê Efxanistanî diyar kir, gava şewat derket ew û malbata xwe di xew da bûn û wiha got, "Me hin alavên xwe yên girîng û ewraqên xwe yên penaberiyê hilda û em derketin derva."

Mihemed bal kişand ku ji ber şewatê gelek penaber jehrî jî ketin û wiha dewam kir, "Êdî em zehf tengezar in ku em carê carekê totî ciyekî dibin. Em li ciyekî digerin ku mîna mirovan lê bijîn."

Kampa penaberan Moria 9ê îlonê roja çarşemê ji ber şewata ku ji ciyên cuda dest pê kiribû, bi temamî şewitîbû.

Beşeke mezin a ji 12 hezar û 500 penaberên ku piraniya wan Efxan in, li kampa nû ya ku li herêma Karatepeyê hat avakirin, hatibûn bicihkirin. Piştî şewatê jî li giravê ji bo 4 mehan rewşa awarte hatibû ragihandin.












Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.