Dinya

Kuklaya Amala Piçûk a ji bo balê bikişîne ser zehmetiya zarokên penaber dikşînin gihîşt Londonê

Hasan Esen  | 23.10.2021 - Rojanekırın : 25.10.2021
Kuklaya Amala Piçûk a ji bo balê bikişîne ser zehmetiya zarokên penaber dikşînin gihîşt Londonê Hasan Esen - AA

Greater London

 Kuklaya Amala Piçûk a 3 metre û nîv e ji bo balê bikişînin ser zehmetiya zarokên penaber ên Sûriyeyî dikşînin, hatibû çêkirin ji Tirkiyeyê derxistin rê û niha gihîşt Londona paytextê Îngiltereyê.

Amala Piçûk ji alî gelek zarok û pêşengên olî va li Katedrala St. Pauls a paytext Londonê hat pêşwazîkirin.

Amalayê li deriyê katedralê xist û paşê tevlî pêşengên olî va derkete derva.

Pêşengekî olê li wê derê axivî û bi bîr xist ku Amal ji Tirkiyeyê derket rê gihîşt Ewropayê û ji wir jî hat Îngiltereyê û ev yek wekî "hêvî" bi nav kir.

Di berdewamiya axaftina xwe da jî pêşeng ji bo vê diyariyê spas kir û got ku ew hêvî dike ev diyarî mirovan bîne cem hev.

Di merasimê da stran hatin gotin û Amal piştî ji katedralê veqetî jî merasim bi dawî bû.

Sibê jî li Meydana Trafalgarê bo Amalê wê merasima rojbûnê bê kirin. Amal di 27ê Tîrmehê da ji Gazîentabê derketibû rê û di 3ê Mijdarê da jî wê rêwîtiya wê li Manchesterê bi dawî bibe.

- Amala Biçûk

Di çîroka kuklaya Amala Piçûk da ku di çarçoveya "Projeya (The Walk) Meşê" da keçikeke piçûk a dayika xwe winda kiriye derketiye rê û qala rêwîtiya wê tê kirin.

Bi çîroka Amala Piçûk va tê xwestin ku balê bikşînin ser rewşa zarokên penaber û bi vê armancê Amal ji sînorê 8 welatan derbas bû û bi hezaran kîlomêtre rê li pey xwe hişt.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın